Xwebûn bi manşeta ‘Çima rojnamegerên jin? derket

  • 10:05 2 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 246’emîn a Rojnameya Xwebûn bi manşeta “Çima rojnamegerên jin?” derket pêşberî xwînerên xwe. Rojnameyê di 10 salên dawî de 7 rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin derxist pêş. 
 
 Rojnameya Xwebûnê di hejmara 246’an de bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî rojnamegerên jin. Rojnameyê destnîşan kir her ku felsefeya "Jin Jiyan Azadî" li cîhanê belav dibe, tirsa pergala netew dewletê jî zêde dibe û pergal êrişa xwe ya li ser jinên peşeng û rojnameger zêde dike. Rojnameyê bibîr xist ku qetilkirina 2 jinên rojnameger tirsa pergalê ya têkçûnê nîşan dide. 
 
Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Talankerê Serra 1955'î”  cih da kirmanckî û bal kişand ser komkujiya 6-7’ê Îlonê komkujiya ermeniyan. 
 
Rojnameyê di rûpela Jin de jî bi sernavê “Dê tecawizkirina zarokan erê nekin” û cih da qanûnên ku li dijî mafê jinan tên guhertin. Rojnameyê bal kişand ser polîtikayên dewleta  Iraqê ya li dijî jinan û xeteriya li ser siberoja wan.