ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2024'AN

  • 09:00 2 Îlon 2024
  • Rojev
 
*Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Raziye Ozturk da zanîn ku her rewşa li Îmraliyê lezgîn e û got: “Divê sazî û dezge berpirsiyariya xwe bînin cih. Divê ev rewşa tecrîdê bidawî be û CPT demildest biçe serdanê.”  DÎMEN HEYE 
 
*Jinan bertek nîşanê qetiklirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn da  ku di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de hatin qetilkiri û dan zanîn ku ev êrîş bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê hatiye kirin li dijî vê divê têkoşîn bê dayîn. DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Jîn Art Hunerê Belkîsa Suleymanoglu Bîtkîn êrîşên di demên dawî de li hember ziman, çand û nasnameya Kurdan zêde bûne nirxand û got: “Tişta ku bi êrîşan tê armanckirin tunekirina nasnameya gelê Kurd e. Gelê Kurd wê tu carê şûnde gavê navêje.” DÎMEN HEYE
 
*Xwişka girtiya nexweş Nudem Durak, Aynur Ozar da zanîn ku li girtîgehan li ser girtiyan tecrîdek giran pêk tê û wiha got: “Em dixwazin Nudem bê berdan û ji nû ve ji me re stranan bêje. Em hesreta dengê wê ne.” DÎMEN HEYE