Stenbolê got ‘Muxatab Îmraliye’

  • 22:30 1 Îlon 2024
  • Rojane
STENBOL-Li Stenbolê di daxuyaniya bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hatiye dayîn de banga bidawîkirina polîtîkayên şer hat kirin û peyama ‘muxatab îmraliye’ hat dayîn.
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê, di çarçoveya 1’ê îlonê Roja AştiyÊ ya Cîhanê de li Kadikoyê daxuyaniyek da. Tevgera Jinên Azad, DBP, DEM Partî, KESK, Odeya Tabîban a Stenbolê, Partiya Çep a Keskan, Partya Tevgera Kedkaran (EHD) û gelek welatî tevli bûn. Pankara ‘Em aştî û wekheviyê dixwazin’, ‘ji şer re na aştî hema niha’ hat vekirin.
 
Li qadê dirûşme hatin berzkirin û govend hat gerandin her wiha dirûşmeyên ‘tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ , ‘Jin şer naxwazin’, ‘bijî aştî bijî aştî’ hatin berzkirin.
 
Li ser navê girseyê Ertugrul Eroglu daxuyanî xwend.
 
Ertugrul da zanîn ku  niha helbesta herî xwşe aştiye û got: “Pêşiya şerê nû tê vekirin û sûcên şer tên normalkirin. Demên dawî de mirinên ji birçîna yên li Gazzeyê tên jiyîn normal tên dîtin. Ev teşeyê nû yên odeyên gazê û kampên komkirinê ne.   Li aliyê din jî rojnameger tên qetilkirin û rayagiştî li dijî vê bêdenge.”
 
‘Divê dawî li polîtîkayên şer bê anîn’
 
Ertugrul wiha dawî li axaftin axwe anî: “Neçareseriya pirsgirêka Kurd êdî heta dawetan, gerandina govendan, mudaxalekirina muzîkê hatiye. Desthilatdarî yek daxwazeke biçûk a demokratîk dike hinceta girtin û binçavkirinê. Divê demildest dawî li van polîtîkayên şer û tundiyê bê anîn.Em ê tu carê dest ji aştiyê bernedin. Em ê aştiyê biparêzin. Muxatabê çarseriyê Îmraliye. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.Bijî aştî.”
 
Piştî daxuyaniyê polîsan nêzî 10 kesî binçavkirin û nehat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birine ku derê.