Di teqîna mayînekê de 3 zarokên Efrînî birîndar bûn

  • 16:15 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şehbayê di encama teqîna mayîneke çeteyên DAIŞ´ê de 3 zarokên Efrînî birîndar bûn.
 
Li gorî agahiyên nûçegihana me ji herêmê dane, li gundê Til Qerah ê bajarokê Ehrezê yê Şehbayê di encama teqîna mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ´ê de 3 zarokên Efrînî birîndar bûn. Navên wan wiha ne: Serdar Mehmûd (8), Ela Elo (11) û Selah Elo (9).
 
Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrînê. Li gorî kadroyên tibî, birînên wan sivik bûn û piştî dermankirinê yekser hatin derxistin.