Di teqîna mayînekê de 3 zarokên Efrînî birîndar bûn 2024-09-01 16:15:03       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şehbayê di encama teqîna mayîneke çeteyên DAIŞ´ê de 3 zarokên Efrînî birîndar bûn.   Li gorî agahiyên nûçegihana me ji herêmê dane, li gundê Til Qerah ê bajarokê Ehrezê yê Şehbayê di encama teqîna mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ´ê de 3 zarokên Efrînî birîndar bûn. Navên wan wiha ne: Serdar Mehmûd (8), Ela Elo (11) û Selah Elo (9).   Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrînê. Li gorî kadroyên tibî, birînên wan sivik bûn û piştî dermankirinê yekser hatin derxistin.