Hinek herêmên Pîranê li gel hatin qedexekirin

  • 15:06 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Walîtiya Amedê herêmên Kurşunluduzu û Çiyayê Goreseyê yên navçeya Pîranê weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihand. 
 
Walîtiya Amedê herêma Kurşunluduzu û Çiyayê Goreseyê yên li ser sînorên gundên Hêredo, Pîrajma û Şîmgirika Jorîn ên navçeya Pîran a Amedê weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihand. Ketina herêmên navborî ji bo 15 rojan (3-17’ê îlonê) hate qedexekirin.