Hinek herêmên Pîranê li gel hatin qedexekirin 2024-09-01 15:06:53       AMED - Walîtiya Amedê herêmên Kurşunluduzu û Çiyayê Goreseyê yên navçeya Pîranê weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihand.    Walîtiya Amedê herêma Kurşunluduzu û Çiyayê Goreseyê yên li ser sînorên gundên Hêredo, Pîrajma û Şîmgirika Jorîn ên navçeya Pîran a Amedê weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihand. Ketina herêmên navborî ji bo 15 rojan (3-17’ê îlonê) hate qedexekirin.