Li Mêrdînê zarokekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 11:14 1 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Li Nisêbînê zarokek ji qata 6’an keta xwarê. Zaroka bi giranî birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da. 
 
Zaroka bi navê Elîf Îdîl K. a 5 salî li navçeya Nisîbên a Mêrdînê ji qata 6’emîn a avahiyeke kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Bûyer, şevê din li apartmaneke li Taxa 8 Martê qewimî. Li gorî îdiayê; dema zarokê li qata 6’emîn a apartmanê ji xwe re dilîst û bi hesinên şaneşînê ve diçû jorê, kete xwarê. Piştî îxbarê komên tenduristiyê û polîs li cihê bûyerê hatin sewqkirin. 
 
Piştî mudaxileyan ewil, zaroka 5 salî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Lê tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin. Cenazeyê zarokê ji bo otopsiyê rakirin morgê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.