Li Mêrdînê zarokekê bi gûman jiyana xwe ji dest da 2024-09-01 11:14:24       MÊRDÎN - Li Nisêbînê zarokek ji qata 6’an keta xwarê. Zaroka bi giranî birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da.    Zaroka bi navê Elîf Îdîl K. a 5 salî li navçeya Nisîbên a Mêrdînê ji qata 6’emîn a avahiyeke kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Bûyer, şevê din li apartmaneke li Taxa 8 Martê qewimî. Li gorî îdiayê; dema zarokê li qata 6’emîn a apartmanê ji xwe re dilîst û bi hesinên şaneşînê ve diçû jorê, kete xwarê. Piştî îxbarê komên tenduristiyê û polîs li cihê bûyerê hatin sewqkirin.    Piştî mudaxileyan ewil, zaroka 5 salî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Lê tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin. Cenazeyê zarokê ji bo otopsiyê rakirin morgê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.