Li Samsunê li hember karkerên çandiniyê êrîşa nîjadperest

  • 19:50 30 Tebax 2024
  • Rojane
SAMSUN - Karkerên çandiniyê yên ji Rihayê çûm Samsunê li dijî mala ku lê diman êrîşa çekdarî pêk hat. 
 
Karkerên çandiniyê yên ji Rihayê ji bo xebatê çûn navçeya Salipazari ya Samsurê, di xaniyekî ku wek înşatê de diman û li hember mala wan êrîş pêk hat. Êrîşa ku ji aliyê kes an jî kesên ne diyar ve hat kirin du saet di 21.00’an de pêk hat. Gelek gule li dîwar û paçeyên xanî ketin. Ji aliyê karkerekî ve vîdeoya dema êrîşê hat kişandin.
 
Hat hînbûn ku di bûyerê de kes nemiriye an jî birînda rnebûye û lêpirsîn hatiye destpêkirin.