Ji şaredariya Cizîrê seferberiya paqijiyê

  • 18:57 30 Tebax 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê bi sernavê ‘Ez ji Cizîra xwe hez dikim qirêj nakim’ bernameya paqijiyê ya sedan xebatkar tevli bûn pêk anîn.
 
Hevşaredarên Cizîr a Şirnexê Guler Yerbasan û Abdurrahîm Durmuş bi dirûşmeya ‘Ez ji Cizîra xwe hez dikim qirêj nakim’ seferberiya paqjiyê da destpêkirin. Xebatkarên şaredariyê, saziyên civaka sivîl û gelek welatî tevli bernameya paqijiya derdorê bûn. Kesên tevli bernameyê bûn tîşortên ‘ez ji cîra xwe hez dikim qirêj nakim’ li xwe kirin.
 
Di bernameyê de broşurên li ser ‘ji bo Cîzrek hîn xweşiktirk em bi hev re paqij dikin’ hatin belavkirin.