Ji bo Gulîstan Tara mewlûd hat dayîn

  • 15:59 30 Tebax 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Serdana şîna  ji bo yek ji rojnamevana li Silêmanî Gulîstan Tara ku hat qetilkirin li Salona Dawetê ya Roza ya Êlihê pêk hat. Piştî dayîna mewlûdê şîn bi dawî bû. 
 
Cenazeyê Rojnamevan Gulîstan Tara ku di 23’ê Tebaxê de li nêzî navçeya Seyîtsadiq a Silêmaniyê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li hemberî wesayîta rojnamevanên Kurd de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Tîlmîrç a Taxa Elîhê li cem bavê wê hate definkirin.
 
Piştî definkirinê ji bo Gulîstanê, li Salona Dawetê ya Roza ya Taxa Pazaryerî ya Elîhê şîn hate danîn. Serdana şîna ku hat danîn bi girseyî berdewam kir. Piştî dayîna mewlûdê şîn hat bidawîkirin.