Bi hezaran jinan ji kursên Navenda Jiyana Jinan sûd wergirtin

  • 11:47 30 Tebax 2024
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê  li 9 şaxên cuda ji bo tevkariya li îstîhdama jinan û projeyên berpirsyariya civakî pêş bixin navendên kursê vekirin. Ji van kursên ku hatin vekirin hezar û 500 jinan sûd wergirt.
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo kursên havînê yên ku li Navendên Jiyana Jinan di mehên havînê de hatin vekirin, piştgirî da jinan. Li 6 Navendên Jiyanê yên Jinan ên ku li taxên cuda yên di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de dixebitin, 10 şaxên tekstîl, 8 hunerên destan, 6 xwendin û nivîsandin, muhasebe, spor, xwarinçêkirinê, bi giştî li 9  şaxan jin hînî pîşe tên kirin. Bi giştî hezar û 500 jin ji kursên havînê sûd wergirtin. 
 
Di qursa werzîşê ya ku li Navenda Jiyana Jinan a Koşuyoluyê dewam dike de nêzî 200 jinan ji çalakiyên werzîşê yên wekî xweparastin sûd wergiritn.
 
Zarok jî nayên jibîrkirin
 
Di bûyerên ku havînê dewam kirin de derfeta jinan hebû ku xwe bi pêş bixin, zarokên wan nehatin jibîrkirin. Di 2 polên xwendinê de 169 zarok bi tevî mamosteyan ji perwerdeyê sûd wergirtin. 
 
Çalakiyên civakî hatin lidarxistin
 
Li odeyên lîstikê yên Navendên Jiyana Jinan, pisporên pêşxistina zarokan ji bo zarokên jinên beşdarî kursan dibin xebat kirin. 569 zarok beşdarî xebatên li salonên lîstikê bûn. Di çarçoveya van xebatên civakî de 130 zarok birin sînemayê, 40 zarok birin şanoyê û 15 zarok jî birin hewzê.
 
Perwerdehiya wekheviya zayendî
 
Li gel qursên li Navendên Jiyana Jinan li qadên cuda gelek çalakî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de 361 jin beşdarî kampanya hişyarkirina wekheviya zayendî bûn.