'Dê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezin bikin'

  • 09:54 30 Tebax 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted 
 
HELEB - Êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûrî û başûrê Kurdistanê didomin. Jinên li Helebê dijîn bertekên xwe anîn ziman û gotin dê li dijî êrişan serî natewînin û têkoşîna xwe mezin bikin.
 
Êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur Rojhilata Sûrî û her wiha bi hevakariya mala Barzanî li başûrê Kurdistanê didomin. Bertek û çalakiyên li dijî êrişên ku pêk tên didomin. Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star duh meşek li dar xistin. Jinên ku tevlî meşê bûn ji ajansa me re axivîn û banga mezinkirin têkoşînê li hemû jinan kirin. 
 
Perîşan Reşîd, bertek nîşanî êrişan da û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ev demeke ne tenê li herêmên Bakur Rojhilata Sûrî êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam dibin, bi hevkariya dewleta Tirk û Hikumeta PDK`ê êriş bi ser başurê Kurdistanê jî her berdewam dike. Em jî bi tundî nerazîbûnên xwe li ber hemberî van êrişan didin berdewam kirin em ê her li qada bin û bibin mertal li ber hemberî van êriş û îxanetê."
 
Berîvan Yosêf jî di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên ku li hember êrişan pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro em daketine qadan û bi meşekê êrişên dawî li ser Bakur û Rohilata Sûrî şermezar dikin îro ne ji mafê tu dewlet û rêxistina ye ku sînorên xwe derbas bikin û xwe bixin nava sînorên me û êrişên xwe bi ser herêmên me de pêk bînin îro hemû rêxistinên navneteweyî li ber hemberî van sûcan bêdengiya xwe didin berdewam kirin lê em bi carek van kiryaran napejrînin û serê xwe li ber hemberî sîtemkariyê natewînin."
 
Di axaftina xwe ya ber bi dawiyê Berîvanê ev tişt anî ziman: "Îro li başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK`ê rojnemevanên me, xebatkarên çepemeniya azad tên hedef girtin da ku dewleta Tirk bi hedefgirtina wan qirêjiya xwe û hewldana xwe ya dagirkirina xaka Başûr veşêre lê belê ne tenê çepemeniya azad her wiha gerîlayên serê çiya jî dike hedefa xwe."
 
Di dawiya axaftina xwe de Bêrîvanê soza berdewam kirina xeta pakrewana da û da eşkere kirin ku bi carek ev êrişên bi hevkarî wê nikaribe vîna Gelê Kurd têk bibe."