Li nobeta li dijî qeyûman bang kirin: Werin em aştiyê ava bikin

  • 22:12 29 Tebax 2024
  • Rojane
STENBOL - Di çalakiya nobetê ya ku li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê hat destpêkirin de, hate diyarkirin ku polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê zirarê didin welat û bal kişandin ser girîngiya aştiyê.
 
Çalakiya nobedê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Qada Şîşhane ya Beyoglû ya Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûman a Şaredariya Colemêrgê dabû destpêkirin di roja 75’an de didome. Di çalakiyê de rêveberên bajêr û navçeyan ên Partiya Wekheviya û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek nûnerên sendîka, sazî û rêxistinan jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankartên bi Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî, "Colemêrg ya me ye" û hatin vekirin. Bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Her der Colemêrg her der berxwedan", "Jin jiyan azadî", "Qeyûmê biçe, em ê bimînin" hatin berzkirin.
 
'Em bi hev re aştiyê ava bikin'
 
Hevserokê Navçeya Arnavutkoyê yê DEM Partiyê Yavuz Kahraman ku ewil axivî got, “Ji ber ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nêzîk dibe, pêwîst e careke din girîngiya aştiyê were nirxandin. Ji bo avakirina aştiyê divê her kes bi berpirsyarî rabe. Serokatî li her derê cîhanê aştiyê dixwaze. Dema mijar dibe Kurd, polîtîkaya îmha û înkarê tê meşandin. Em êdî naxwazin dayikên me hêsiran bibarînin. Em ji vir bang dikin. Werin em bi hev re aştiyê ava bikin."
 
'Divê bingeha aştiyê bê avêtin'
 
Piştre Hevserokê Herêma 1'em a Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Windayan re (ANYAKAY-DER) ya Anadoluyê Mehmet Arinç axivî û got, “Gelê Kurd bi salan di bin zilmê de dijî. Êdî pêwîstiya vî welatî bi aştiyê heye. Divê dayikên kurd û tirk jî rûnin. Pêwîst e ku dawî li qanûnên dijminane were û dest bi avakirina aştiyê bê kirin."