Cenazeyê Rojnameger Gulistan li Silopiyayê hat pêşwazîkirin

  • 21:54 29 Tebax 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Cenazeyê Rojnameger Gulîstan Tara ya di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Silopiyayê bi girseyî hate pêşwazîkirin.

Cenazeyê Rojnameger Gulistan Tara ya di 23’ê Tebaxê de li nêzî navçeya Seyîtsadiq a Silêmaniyê di êrîşa SÎHA’yê ya dewleta Tirk de hatibû qetilkirin, piştî merasîma li Silêmaniyê ji deriyê sînor ê Xabûrê anîn navçeya Silopiyayê. Cenazeyê Gulistan li deriyê sînor ê Xabûrê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de timî dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Piştî ku cenazeyê Gulistan hate wergirtin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Piştî otopsiyê wê cenazeyê Gulîstan bişînin Elîhê.