Ji bo nûçeyên derbarê Narînê de biryara qedexeyê

  • 21:44 29 Tebax 2024
  • Rojane
AMED - Li ser nûçeya Narîn Gûran a 8 salî ya li Rezanê hat windakirin û agahî jê nayê girtin, qedexeya weşanê hat ragihandin.
 
Li ser nûçeya Narîn Gûran a 8 salî ku ji 21'ê Tebaxê û vir ve li Taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê agahî jê nayê girtin, qedexeya weşanê hat ragihandin. Biryara "qedexeya weşanê" ya ku ji aliyê 5'emîn Dadweriya Cezayê Sulhê ya Amedê ve hat dayîn, di malpera Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÛK) de hat weşandin.
 
Di biryarê de wiha hat gotin: “Bi biryara 5’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê ya di 29.08.2024’an de û bi hejmara 2024/6024 D. Îş qedexeya weşanê hat dayîn.”