Li Amûdê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da

  • 21:00 29 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li taxa Mesakîn ya Amûdê teqîneke ku sedema wê nehat zanîn çêbû. Di teqînê de kesek jiyana xwe ji dest da û jineke extiyar jî birîndar bû.
 
Li taxa Mesakîn ya Amûdê teqîneke ku sedema wê nehat zanîn çêbû. Di encama teqînê de 2 kes birîndar bûn.
 
Hate hînbûn ku Hanî Xelef (35)  ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneya Qamişloyê û li vir jiyana xwe ji dest da. Tirfe Colî a 74 salî jî piştî dermankirina li Nexweşxaneya Amûdê, ji nexweşxaneyê hat derxistin.