'Fikrên Abdullah Ocalan li her derê belav dibin'

  • 19:20 29 Tebax 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinan parçeyên ji parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwendin û ev peyam dan: "Tevî tecrîdê, fikrên Abdullah Ocalan li hemû qadên jiyanê ye."
 
Li bajaroka Gundikê Melê yê navçeya Navendî ya Şirnexê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" çalakiya xwendinê hate lidarxistin. Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nurten Ûzumcu, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Nurcan Alturk, Hevşaredara Bajarê Mezin a Gundikê Melê Gulsun Atak û gelek jin beşdarî çalakiya xwendina Tevgera Jinên Azad bûn.
 
Aktîvîsta TJA'yê Adalet Fîdan ku axaftina vekirinê kir, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Adalet da zanîn ku tecrîd ji bo fikrên Abdullah Ocalan negihêje gel hatiye kirin û wiha got: “Bila fikrên wî zanibin. Ew li parkan, kolanan, xaniyan, hemû qadên jiyanê digere."
 
Piştî axaftinê parçeyên parastina Abdullah Ocalan hatin xwendin. Çalakî piştî nîqaşên li ser parçeyên hatin xwendin bi dawî bû.