Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo jinan dest bi xebateke nû kir

  • 18:38 29 Tebax 2024
  • Rojane
WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bo jiyana jinan di her qadê de hêsantir bike, ji bo jinan biryara hilberîna bincilk û ped li gelek xebatên ku dimeşîne zêde kir.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di çarçoveya xebatên xwe yên li ser jinan de dê projeyek nû bide destpêkirin û dest bi hilberîna bincilk û pedê jinan bike. Beriya hilberînê dê berhemên hatine kirîn bê pere li jinan bên belavkirin. Bi xebatên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin ve tê meşandin, wê atolyeyên hilberîna ped û bincilan jinan bên vekirin.
 
Wê ji bo hilberînê alavên xwezayî bên bikaranîn
 
Di atolyeyên hilberînê de ped û kincên binî yên ku ji sedî 100 pembû û fîberên xwezayî hatine çêkirin dê bên hilberandin. Pedên ku dê bi materyalên bi tevahî xwezayî û di bin şert û mercên paqijiyê de werin hilberandin, vebijarkek tendurist pêşkêş dikin ku jin dikarin di dema reglê  de bi ewlehî bikar bînin.  Wê ji bo hilberînê alavên xwezayî bên bikaranîn.
 
Wê ped û bincilk bêpere bên belavkirin
 
Proje ne tenê piştgiriya tenduristiya jinan dike, di heman demê de aboriya herêmî û hilberîna domdar pêş dixe. Pêşkêşkirina berhemên bi tendurist û jîngehparêz ji bo jinan nêzîkatiya xizmetguzariya şaredariyê ya ji bo jinan nîşan dide, armanc jî ew e ku bi berhemên ku dê bêpere bên belavkirin piştgiriya jinên hewcedar bike.
 
Heta atolyeyên hilberînê bikevin meriyetê, dê şaredarî ped û bincilk bikire û van berheman bêpere li jinan belav bike.