Sebahat Tuncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hat cem hev

  • 18:20 29 Tebax 2024
  • Rojane
STENBOL - Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hevdîtin kir. Sebahat dema ku ji bo rojnamegerên li Silêmanî hatin qetilkirin gotina "sûcên şer" bi kar anî, anî ziman ku divê li dijî êrîşan berxwedan bê nîşandan.
 
Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel bi Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Herêmê Gonca Yangoz re serdana xebatkarên Çapemeniya Azad kir.
 
Sebahat di serdanê de axivî û bi bîr xist ku di 23’ê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmanî bi SÎHA’yê êrîş li wesayîtekê hat kirin û rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên di wesayîtê de bûn hatin qetilkirin. Sebahat destnîşan kir ku ev sûcê şer e û destnîşan kir ku divê li dijî êrîşan li ber xwe bidin.
 
Serdana ku di atmosfereke sohbetê de derbas bû, bi peyama ku dê hevgirtin bidome bi dawî bû.