'Raporên xesara avahiyên nexweşxaneyan eşkere bikin'

  • 16:03 29 Tebax 2024
  • Rojane
 
AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê diyar kir ku rapora xesara erdhejê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û Nexweşxaneya Zarokan a Amedê 18 meh in nehatiye eşkerekirin. 
 
Platforma Tenduristiyê ya Amedê, Komeleya Piştevaniyê û Rêveberiya Afetê (DMS) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ji bo rapora xesarê ya avahiyên Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û Nexweşxaneya Zarokan a Amedê bên eşkerekirin daxuyanî da. Daxuyanî li ber Nexweşxaneya Zarokan hat lidarxistin û pêkhateyên KESK’ê, nûnerên rêxistinên sivîl û kedkarên tenduristiyê tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ne erdhej, xemsarî dikuje” hat vekirin û dirûşm hatin verzkirin. 
 
Nûnera SES’ê ya Nexweşxaneyê Şengul Karaman daxuyanî da û destnîşan kir ku piştî erdheja 6’ê Sibatê ji avahiyan testa karotê û testa saxlemiya erdhejê hatine girtin û lê tevî gelek caran hat daxwazkirin jî encama testan ango raporên her du avahiyên nexweşxaneyan nehatine eşkerekirin. 
 
Şengul anî ziman ku ne erdhej xemsariya sazî û dezgehên dewletê mirovan dikuje û xwest raporên xesarê yên avahiyan ku ev 18 meh in nehatine eşkerekirin tavilê ji raya giştî re bê eşkerekirin. 
 
Şengul got ew ê her roj meseleya raporên erdhejê ya her du avahiya bişopînin.