Şopa gezê ne ya Narînê ye

  • 15:07 29 Tebax 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - E. Guran ê ku bi hinceta şopa gezê ya li milê wî ya xuşka wî Narîn Guran a winda bû hat binçavkirin, derket holê ku şopa gezê ne ya xuşka wî ye. 
 
Lêgerîna Narîn Goran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li taxa Çulye ya navçeya Rezan a Amedê hat windakirin dewam dike, lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin dewam dike.
 
Birayê Narînê E. Gûran (18) ê ku di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin û ji bo ku bê tespîtkirin şopa gezê ya li milê wî aîdî Narînê ye an na bê tespîtkirin, şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.
 
Rapora ku piştî lêkolîna li Saziya Tipa Edlî hat amadekirin ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hat şandin. Di raporê de hat tesbîtkirin ku şopa gezê ne ya Narînê ye. E. Gûran piştî karên li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê dîsa anîn Amedê.