Xelkê Kobanê li dijî êrişa li ser Qamişlo meşiyan

  • 15:04 29 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Kobanê li dijî êrişa li ser bajarê Qamişlo pêk hat daketin qadan. Jinan teqezkirin ku ew ê bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" li dijî hemû şêwazên qirkirina jinan têbikoşin.
 
Duh li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê di wesayîta malbatekê de teqîn pêk hat. Di encama teqîna ku li li kêlek navenda Poste û Peywendiyan ya taxa Enteriyê rû da de, Xalîde Mihemed Şerîf ya 40 salî û kurê wê Hejar Ednan Silêman jiyana xwe ji dest dan.
 
Li dijî êriş, bombebaran û bi taybet bûyera ku duh li Qamişo pêk hat, îroj bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê yên ji pêkhateyên ereb û kurd bi pêşengiya rêxistina jinan Kongreya Star meşiyan. Di meşa ku Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, ciwan, partiyên siyasî, saziyên civak sivîl û hwd amedebûn, jinan bê navber hêrsa xwe bi berzkirina silogana “Jin, Jiyan, Azadî” nîşan dan.
 
Meşa ku di bin dirûma “Bi îradeya jinên azad, em ê dawî li polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê bînin” hat birêxistinkirin bi hilgirtina posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongra Star, wêneyên rojnemevan Gulîstan Tara û Hêro Bihadîn, Xalîde Şerîf û Hejar Ednan ji qada Jina Azad destpê kir û li gel qada Aştiyê jî rawestiya.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin û berzkirina dirûşma “Şehîd Namirin” berdevka koordînasyona Kongra Star Zozan Bekirî axivî.
 
Zozan sersaxî ji malbata kesên di êrişa Qamişlo de jiyana xwe ji dest dane re xwest û got: “Jinên ku ji aliyê dewleta tirk ve bi zanebûn tên hedefgirtin, wê tu carî ked û têkoşîna wan nîvço nemîne û dê bi ked, hevgirtin û vîna jinan ya di bin sîwana felsefeya Jin, Jiyan, Azadî de kom dibe bigihêje serkefinê. Heta ku azadiya jin û civakê misoger nebe û komkujiyên bi ser gelê me de ranewestin wê dayîkên weke Xalîde û têkoşerên weke Gulîstan Tara û hevriyên wê hebin û li ber xwe bidin.
 
Dewleta tirk dubare, dubare komkujiyan li ser jin, malbat û zarokan de pêk tîne. Em ji van poltîkeyên dewleta tirk ya dagirker ne xerîbin, lewra li beramberî vê yekê ya ku di vê pêvajoyê de pêwîst dike, helwesteke hevbeş ya jinan û civaka me ye. Îro bi armancgirtina jinên ku xwe bi bîrdoziya Rêber Apo pêçandin û rêxistinkirin, Rêber Apo tê hedefgirtin.”
 
Peyam û sekna me ya li hember van lihevkirin û êrişan zelal e. Em ê tu carî ji bo van êrişên tirsonek gavan şûnda navêjin û dest ji destkeftiyên xwe bernedin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi ked, têkoşîn û vîna gelê me pêşket, em ê ji dewleta tirk re nehêlin. Bi taybet jî felsefeya jin, jiyan, azadî ku bûye gerdûnî û bi deh hezaran jin di têkoşîna xwe de bingeh digirin, wê lewaz nebe û mezintir bibe. Lewra ev sekna jinan ya îro bersiva herî mezin ya li dijî dagirkerî û qirkirina ku li ser jinan de pêk tê ye.”