'Em şopdarên rêya Gulîstan Tarayan e'

  • 13:10 29 Tebax 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Xebatkara Çapemeniya Azad Gulistan Tara ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmek ku li Parka Azadî hate lidarxistin, ber bi Bakurê Kurdistanê ve hat rêkirin.
 
Cenazeyê xebatkara Çapemeniya Azad Gulistan Tara ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin ji Saziya Tipa Edlî ya Silemaniyê hat wergirtin û anîn Parka Azadî. Ji bo bîranîna Gulistan Tara beriya bişînin Bakurê Kurdistan merasîmek hate lidarxistin.
 
Di merasîmê de Rêveberê Kompanya Çetir Kemal Heme Reza daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de êrîşa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanên çapemeniya azad û berovajîkirina bûyerê ya ji aliyê saziya dij-terorê ya PDK’ê ve hat şermezarkirin. Soza şopandina rêbaza şehîdên çapemeniya azad Hêro Behadîn û Gulistan Tara hat dubarekirin.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, 23’yê Tebaxê di encama êrîşek terorîstî de û durî hemû yasa û pîvanên navneteweyî wesayîta rojnamevanan a kompanya Çetir a ji bo karê medyayê li sinorê navçeya Seyîdsadiq hat hedefgirtin û di encama êrîşê de her dû hevrêyên me yên rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û ev tişt hate gotin:
 
"Me di kêliyên destpêkê yên roja êrîş pêkhatî de ragihand ku ev hevrêyên me bi armanca karê xwe yê rojnamevanî pêk bînin serdana wê deverê kiribûn. Lê dewleta Tirk a dagirker bi awayek dûrî yasa û pîvanên navdewletî bi balefira bêmirov û biçek tîma me hedef girt.”
 
‘Rûyê rastiya dijminên Kurdistanê’
 
 Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi sebir hewl dan rastiyan bigihînin civaka me û rûyê rast ê dijminên Kurdistanê eşkere bikin û wiha dom kir,Ji ber wê jî hewl dan bi rêya medyayê helwesta raya giştî ya Kurd li hember suc û dagirkeriyên li ser xaka Kurdistanê nîşan bidin û zilm û zordariya dewletên dagirker ji cîhan û civaka navnetweyî re ragihînin.
 
Em wek Kompanya Çetirê, li gel şermezarkirina êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a terorîst, di heman demê de daxuyaniyên sexte yên saziya bi navê Dij-Terorê ya PDK’ê ku hewl dide dosyeya qetilkirina van rojnamevanan berovajî bike û sucê dewleta Tirk veşêrin, şermezar dikin. Em bang li rêxistinên navneteweyî û nûnerên cîhanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku qetilkirina van rojnamevanan bikin bingehek ji bo rawestandina bêdengiya xwe ya li hemberî sûcên berdewam ên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Başûrê Kurdistanê. Ji bo dawî anîna li sûcên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, hewldanên cidî bikin.
 
Em ê li ser şopa rêhevalên xwe bin
 
Em soz didin heval û hogirên xwe Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku em ê li ser rê û fikrên wan bimeşin û li dijî dagirkeriya bêedaletiyê serê pênûsa xwe tûj bikin.”
 
Di merasîmê de birayê Gulistan Tara Ahmed Tekîk axivî û ev tişt gotin, “Her çendî Gulistan xwişka min bû, lê ji wê zêdetir heval û hevrêya we bû. Gulistan tenê rojnamevan bû û xwediya pênûs û kamerayekê bû.”
 
Ehmed Tekîk, da zanîn ku tevî ku Gulistan şehîd bû, lê îro dibînin ku heval û hevrêyên wê hemû bûne Gulistan.