Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de peyam aşkera ye: Em Kurdistanek azad dixwazin

  • 09:05 29 Tebax 2024
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş
 
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ev peyam dan: “Em sedsal jî şer bikin wê Dewleta Tirk bi me re ji bo aştiyê rune. Ew mifteya aştiyê jî li Îmraliyê destê serokatiya me ye.”
 
Dewlet ji bi hebûnên xwe bidomînin bi hezaran salane şer dimeşînin. Li her derê cîhanê şer, pevçûn û komkujî didomin. Tenê di du salên dawî de bi hezaran kes ji ber şeran jiyana xwe ji dest dan. Di serî de Kurdistan, Fîlîstîn, li Rojhilata Navîn û gelek deverî şer pêk tên. Rojhilata Navîn her tim bû hedefa hêzên mêtînger. Lê gel tevî israra polîtîkayên şer yên dewletan, tevî êşên dijîn dest ji daxwaza aştiyê bernadin. Dayikên Aştiyê ku bi salane têkoşînê dimeşînin daxwaza aştiyê diqîrin. Dayikên Aştiyê yên Şirnexê têkoşîn aştiyê ya didin vegotin.
 
Birayekî wê li Kerboranê yek li Hezexê jiyana xwe ji dest da
 
Ji dayikên Aştiyê Nebîha Akay ji Kerboran a Mêrdînê ye. Nebîhayê wiha got: “Di 1993’yan de gundê me şewitandin. Gotin bibin cerdevan an jî ji vir biçin. Me qebûl nekir û em derketin. Birayê min di 1992’yan de şehîd ket. Em di 1993’yan de derketin. Em çûndekî sînor. 6 salan em li wir man. Cerdevanan em dîtin. Hevjînê min dîl girtin. Gundî hatin hevjînê min berdan. Piştre me bar kir Hezexê. Li Hezexê jî dema pêvajoya qedexeyan de mala me şewitandin. Tiştek nehiştin. Birayê min yê din jî li Hezexê şehîd ket.”
 
‘Tevî hemûyan em serî natewînin’
 
Nebîhayê daxuyakirin ku ji bo nasnameya kurd bê jiyîn têdikoşin û wiha pê de çû: “Ji ber zimanê me ji ber em kurd bûn em dihtin girtin. Me xwest em zimanê xwe biaxivin û zarokên me bi zimanê xwe biaxivin. Lê zarokên me girtin, xweza me şewitandin, zarokên me neçar man koç bikin. Ev doza ziman û çanda xwe dimeşînin. Her roj jin û zarok tên qetilkirin. Girtîgeh di bin tecrîdan de ne. Lê em serî natewînin.”
 
‘Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye’
 
Nebîhayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dest ji daxwaza aştiyê bernadin. 40-45 sale me rojek xweş nedît. Lê em her tim bi hêvîne. Em li pey doza xwe ne. Em serbilindin. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em xwînê naxwazin. Em şer naxwazin. Mifteya aştiyê jî li Îmraliyê bi serokatiya me re ye.”
 
‘Serokatiye me em bi cîhanê dan nasîn’
 
Dayika Aştiyê Xanê Babat jî li gundê Ferîsî ya Cizîrê hatiye dinê, ji ber zextên dewletê bar kirine Hezexê û wiha domand: “Wê demê me nizanibû pirsgirêka kurd çiye. Piştî em hatin Hezexê me fêm kir. Zarokatiya me got kurd hene û em bi cîhanê dan nasîn. Kurê min ji wan deman de ye girtiye. Me di 1980’ê de doza xwe fêr kir. Kurê min wê demê diçû dibistanê. 17-18 salî bû. Dest ji dibistanê berda. Tevli xebatên partiyê bû. Piştre hat giritn. Niha li Trabzonê girtiye. Ji wê rojê şûnde min biryar da ez bibim dayika aştiyê. Ez ê têkoşîna zarokên xwe bimeşînim. Em doza aştî û wekheviyê dikin. Divê ji bo aştiyê em dest bidin hev. Em di 1’ê îlonê de jî bang dikin. Em bang li hemû dayikan û her kesî dikin. Şer heye. Her kes bila destê xwe bide ser wijdana xwe. Bila kezeba kesî neşewite.”
 
‘Em netirsiyan’
 
Dayika Aştiyê Emîne Oruç jî wiha nirxandina xwe kir: “Ez 15 salî zewicîm. Min bi hevjînê xwe re têkoşîna xwe da. Hevjînê min digot tu li malê rûnî wê kes neyê tu biçî wê cîran jî biçin. Em neditirsiyan. Em li pey doza xwe bûn. Ciwanên me ji bo me bi nirxin. Şehîd ketin. Em ji bo wan xemgîn dibin. Em çaw ali mala xwe rûnin. Divê em teqez aştiyê pêk bînin. Divê Roja Aştiyê her kes rabe ser piyan. Divê dakevin kolanan, netirsin. Em aştiyê dixwazin. Em Kurdistana azad dixwazin.”