Li ber NY’ê banga tevlîbûna Meşa Dirêj hat kirin

  • 19:18 28 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya Cenevreyê de ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike, tecrîd û êrîş hatin teşhîr kirin û banga tevlîbûna Meşa Dirêj hat kirin ku wê 31’ê Tebaxê li Lozanê destpê bike.
 
 
Çalakiya rûniştinê ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her roja Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, kete meha 44’an.
 
Girseya ku weke her carê li Qada Natîons li hev civiyan, di şexsê rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn de ku 23’ê Tebaxê li Silêmaniyê di encama êrîşa SÎHA ya Tirkiyeyê  de hatin qetilkirin de deqeyek rêz girtin.  
 
Li ser navê Komîteya Amadekar a Cenevreyê Veysel Dalkiliç, rojnamevanan bi bîr anî û got: “Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd her curê şerê qirêj dimeşîne.”
 
Veysel wiha berdewam kir: “Faşîzma dewleta Tirk dijminê zarok, extiyar, jin û xwezayê ye. Qetilkirina rojnamevanan ne tesaduf e. Gulîstan Tara û Hêro Behadîn li Başûrê Kurdistanê rûyê qirêj ê dewleta Tirk eşkere dikir û ji ber vê hatin hedefgirtin. Em careke din dewleta Tirk û hevkarê wî PDK şermezar dikin.”
 
Piştre, Nûrettîn Tûrgût axivî û bi bîr xist ku ew 44 meh in ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê li dar dixin û bal kişand li ser rewşa Başûrê Kurdistanê. Nurettîn got ku malbata Barzanî di tevahiya dîroka xwe de bi xiyaneta li gelê xwe hebûna xwe domandiye û got: “Yên ku li hemberî gelê Kurd xiyanetê bikin wê tu tişt bi dest nexin û weke deqmeyeke reş di dîrokê de cih bigirin.”
 
Di çalakiyê de bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) banga tevlîbûna Meşa Dirêj hat kirin ku wê 31'ê Tebaxê li Lozanê destpê bike û heta Cenevreyê bidome.
 
Li ser navê tevgera ciwanan Yekbûn Guneş mafê axaftinê girt û wiha got: “Em bi tu awayî agahî ji Rêbertiya xwe nagirin. Hewldana dewleta Tirk a qutkirina Rêber Apo ji gel û berxwedana wî, wê bi têkoşîna me bi dawî bibe.” Guneş anî ziman ku têkoşîna ku tê dayîn pîroz e, lê kêm e û wiha pêde çû: “Divê hemû ciwanên Kurd her qadê veguherînin qada berxwedanê û li her qadê meşaleya azadiyê pêxin. Ji ber vê yekê divê hemû ciwanên Kurdistanî û dostên wan tevlî meşa ku wê 31’ê Tebaxê ji Lozanê destpê bike û li ber avahiya NY’ê ya li Cenevreyê bi dawî bibe û meşa dirêj ku 15’ê Îlonê li Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” bê lidarxistin û 5 rojan bidome, bibin. Her wiha divê jibîr nekin ku ev meş ji bo azadiya Rêbertiya me tên lidarxistin û wisa birêxistin bibin.”