Ciwanan ji bo meşa Lozan-Cenevre bang kirin

  • 17:15 28 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgerên Ciwanên Kurd, TCŞ û TekoJIn bang li ciwanan kirin ku tevlî meşa dirêj bibin ku wê 31'ê Tebaxê li Lozanê destpê bike û heta Cenevreyê bidome.
 
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) banga tevlîbûna meşa dirêj kirin ku 31’ê Tebaxê li bajarê Lozan ê Swîsreyê destpê bike û li bajarê Cenevreyê bi dawî bibe.
 
Tê plankirin ku li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê ku rawestega dawî ya meşa dirêj e, mitîng bê lidarxistin.
 
Ciwanan bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku tevlî meşa dirêj bibin û bi taybet bal kişandin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û azadiya wî xwestin.
 
Meşa di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de tê lidarxistin, armanc dike ku balê bikişîne ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan.
 
Ciwanan di peyamên xwe de diyar kirin ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qadan bin.