Meclisa Jinan a PYD'ê semînerek li dar xist

  • 16:00 28 Tebax 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a PYD`ê têkildarî astengiyên li pêşiya jinan derdikevin û rêbazên derbaskirina wan, semînerek li dar xist.
 
Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) semînerek li hola civînan a li bajarê Holê li dar xist.  Bi dehan jin ji Holê tev li semînerê bûn ku ji aliyê berdevka Meclisa Jinan Şîrîn Oso ve hate birêvebirin.
 
Şîrîn Oso behsa pirsgirêk û astengiyên li pêşiya jinan kir û diyar kir ku gelek alî hewl didin bi rêya şerê taybet destkeftiyên jinan tune bikin.
 
Şîrînê destnîşan kir ku dema jin xwe bispêrin vîna xwe û xwe bi rêxistin û perwerde bikin, dê pisgirêkan ji holê rakin û wek delîl rola wan di projeya Rêveberiya Xweser de bi bîr xist.
 
Şîrîn wiha pê de çû: "Di şoreşên berê de jî jinan rol lîst lê sînordar bû. Ji ber ku birêxistinkirin jî kêm bû. Jinan şoreşa Rojava bi rê ve bir û di oxira bidestxistina destkeftiyan de fedakariyên mezin kirin, heta gihaştin wê astê ku şoreş wek `şoreşa jinan` bê naskirin."
 
Şîrîn got divê jin destkeftiyên xwe biparêzin, birêxistinkirina xwe xurttir bikin û pirsgirêkên xwe gotûbêj bikin û çareser bikin.
 
Beşdaran jî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan, divê hişmeniya malbatê were pêşxistin, peywendiya di navbera dê û bav û zarokan de zêde bibe.