Di êrişa li Qamişloyê de dayikek û kurê wê jiyana xwe ji dest dan

  • 14:51 28 Tebax 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama bombebarana balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a li Qamişloyê de dayikek û kurê wê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Balafirek bê mirov û biçek a dewleta Tirk, îro di saetên nîvro de li kêleka Navenda Poste û Peywendiyan û geraca otobusan a taxa Enteriye ya rojhilatê bajarê Qamişlo wesayîtek bombebaran kir.
 
Ajansa ANHA’yê ragihand ku di encama bombebaranê de jina bi navê Xalide Mihemed Şerif a 40 salî û kurê wê Endnan Silêman ê 24 salî jiyana xwe ji dest da.