Ji bo tevlibûna mîtînga 1'ê Îlonê bang

  • 12:34 28 Tebax 2024
  • Rojane
 
WAN - Bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê li Parka Mûsa Anter bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan mîting bê lidarxistin. Ji bo tevlibûna mitingê bang hat kirin. 
 
Partiyên Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) yên li Wanê îsal wê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bi dirûşma "Em li dijî şer û dagirkeriyê aştiyê li dijî tecrîdê azadiyê biqêrin" mitinga 1'ê Îlonê li dar bixin, li bajêr bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi xebatkarên çapemeniyê re hat cem hev. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin, Hevşaredarên Îpekyoluyê, Hevşaredarên Tuşbayê û gelek xebatkarên çapemeniyê beşdarî civîna çapemeniyê ya piştî taştê ya li avahiya bajêr a DEM Partiyê hat lidarxistin bûn.
 
'Divê aştî bi rojekê nemîne'
 
Hevserokê bajêr ê DEM Partiyê Veysî Dîlekçî ku piştî taştê destpêkê axivî wiha got, "Pêşketinên li welat û li cîhanê rû didin, her ku diçe şer û pevçûnê zêde dikin, ev yek pêvajoyên nû bi xwe re tîne. Bi taybetî jî polîtîkayên zextê yên li ser çapemeniya azad girîngiya çapemeniyê derdixe holê. Em ê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi çalakiyên curbecur li herêmê pîroz bikin. Divê aştî bi rojekê nemîne. "
 
'Têkoşîna me ya salan ji bo aştiyê ye'
 
Pişt re Hevseroka bajêr a DEM Partiyê Gulşen Kurt axivî û bi bîr xist ku zext, binçavkirin û girtinên li hemberî xebatkarên çapemeniyê dewam dikin û got ku ev astengî ji bo mafê raya giştî ya agahîgirtinê ye. Gulşen, diyar kir ku bi salan e li van xakan ji bo aştiyê têdikoşin û got, “Sedema sereke ya koçberî, xizanî, zêdebûna tundiya li ser jinan û krîza çandiniyê şer e. Em dibêjin ku em li her qadê alîgirê aştiyê ne. Di vê wateyê de em ê li Wanê mîtînga Aştiyê pêk bînin. Em dixwazin dengê aştiyê bilind bibe. Tişta ku em hemî dixwazin aştî ye."
 
Gelê Wanê ji bo mîtîngê hatin vexwendin
 
Li ser navê komîteya amadekar Rojbîn Bor da zanîn ku dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û hunermend Kasim Taşdogan beşdarî mîtînga ku dê di çarçoveya 1’ê Îlonê saet di 17.00’an de li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin bibin û bang li hemû xebatkarên çapemeniyê kir. 
 
Piştî axaftinan civîna çapemeniyê bi dawî bû.