Negîn Vatanî: Dirûşme dibêje ‘Dema wê hatiye’

  • 09:04 28 Tebax 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Rojnamegera Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Negîn Vatanî got: “Dirûşme ji me re dibêje dema wê hatiye. Abdullah Ocalan gelek carî di pirtûkên xwe de got. Gelek carî anî ziman ku sedsala 21’ê sedsala jinê ye. Em li Hîndîstanê dinêrin daxwazek hevpar bi teşeyek cuda datînin holê.”
 
Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrîşên xwe yên li hember Kurdan didomînin, komkujiyan û cezayên darvekirinê didomînin. Lê têkoşîna jinên Kurd li hemû cîhanê belav bûye. Dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ku ewil li Îranê û piştre jî li Asya û Hîndîstanê belav bû, netew dewletan ditirsîne. Rojnamegerên Kurd ên jin hatin qeitlkirin û hikûmta Îranê jî cezayê darvekirinê yê ji bo akvîstên jin ên wekê Şerîfe Muhammedî, Pexşan Ezîzî û gelekên din didomîne. Rojnameger û xebatkara ARYEN TV ya ji Rojhilatê Kurdistanê Negîn Vatanî der barê globalbûna dirûşmeyê de axivî.
 
‘Dengê têkoşînê êdî ji girtîgehê bilind dibe’
 
Negînê da zanîn ku têkoşîna jinan li Îran û Rojhilat didome, lê têkoşîn ketiye pêş hedefên siyasî û got: “Berxwedana ji kolanan wêdetir niha zêdetir li girtîgehan didome. Bêguman têkoşîn didome. Lê vê têkoşînê hedefên siyasî bezandiye. Çi dibe li girtîgehan dibe. Ji jinên derve êdî zêde deng tune ye. Qadek têkoşînê tune ye. Pişt perdeya vê têkoşînê qels e. Hedefên siyasî, çandî û civakî yên qels hene.”
 
‘Zext il ser gelan zêde kirine’
 
Negînê  anî ziman ku têkoşîna hatiye meşandin bi herêmî maye û hikûmetê jî ji vê cesaret girtiye û zext zêde kirine. Negînê wiha domand: “Em Kurd berxwedan û têkoşîna jinan dizanin. Jinên ji nasnameyên din yên Îranê vê nizanin. Têkoşîna jinan ji herêmî û projektîf dimeşînin. Ji ber vê hikûmet dikuje, darve dike. Zextên li ser civakan zêde dikin. Ji bo muxalefetê biçewisîne û bêdeng bike van polîtîkayan dimeşîne.”
 
‘Şopdarên azadî û paradîgmayê niha şer dikin’
 
Negîhê balkişand ser cezayên darvekirinê yên hikûmeta Îranê û jinên ku Tirkiyeyê qetil kirine û bi lêv kir ku ev ji heman zîhniyetê xwedî dikin û wiha domand: “Jin her tim di bin zextan û zilmê de bûn. Bêguman Şerîfe ne Kurd e. Ji Bakurê Îranê ye.  Lê Pexşan Ezîzî manîfestoya azadî û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ temsîl dike. Ev dîroka siyasî ji aliyê Tirkiyeyê û Komara Îslamî ya Îranê ve baş tê zanîn.  Dîsa li Silêmaniyê Nagîhan Akarsel qetil kirin. Şopdarên azadî û paradîgmayê niha şer dikin, yê niha tên darvekirin ne ev jin in, gelek jinên din yên tên cezakirin hene.”
 
Têkoşîn û êşa hevpar a jinan 
 
Ngînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Afrînerê ‘jin jiyan azadî’ Birêz Ocalan e û li Çiyayê Qendîlê ev da destpêkirin. Li wir hat destpêkirin û ket jiyanê. Ev dirûşm niha dibêje ‘dem hatiye’. Abdullah Ocalan gelek caran di pirtûkên xwe de vegot: Sedsala 21’ê sedsala jinê ye. Bi dehan carî anî ziman. Di vê dirûşmê de gelek tecrube rêxistin û têkoşîna jinan heye. Em li Hîndîstanê dinêrin daxwazek hevpar bi teşeyek cuda datînin holê. ‘Jin jiyan azadî’ daxwazek hevpar e.  Têkoşîn û êşa hevpar a jinan vedibêje.”