ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 28 Tebax 2024
  • Rojev
 
*Rojnamegera Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Negîn Vatanî got: “Dirûşme ji me re dibêje dema wê hatiye. Abdullah Ocalan gelek carî di pirtûkên xwe de got. Gelek carî anî ziman ku sedsala 21’ê sedsala jinê ye. Em li Hîndîstanê dinêrin daxwazek hevpar bi teşeyek cuda datînin holê.”
 
*Zextên desthilatdariyê roj bi roj li ser jin, zarok û nasnameyan didomin û li dijî vê têkoşîna muxalîf û gelan jî didome. Li dijî binpêkirinan li Wanê parêzer û rojnameger dadikevin qadan. DÎMEN HEYE
 
*Dildara EŞÎK’ê Ozgul Kaptan ‘Lijneya Nirxandina Hiqûqa Malbatê’ ya ku li dijî jinan hatiye avakirin nirxan dû got: “Bi vê dixwazin jiyana jinan bikin bin kontrolê. Li dijî vê berxwedanek cidî pêwist e.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Helebê diyar kirin ku wê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û yekîtiya jinan dawî li siyasetên qirkirina jinê werin û wiha gotin:"Em ê bi têkoşîna Jîna, Pexşan û Şerîfe bibin dengê hemû jinan." DÎMEN HEYE
 
* 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi pevçûn û şer tê pêşwazîkirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşniyarên çareserî û aştiyê yên ji salên 90’î dest pê kir û heta pêvajoya Îmraliyê hîn bêtir kûr kir, wek nexşerêyekê ye.