Li Bremenê qetilkirina rojnamegeran hat şermezarkirin

  • 22:19 27 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bremenê qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hat şermezarkirin. Di çalakiyê de hat xwestin ku li dijî êrîşa Tirkiyeyê  û hevkariya PDK'ê helwest were nîşandan.
 
Li bajarê Bremen ê Almanyayê ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’ê Tebaxê de di êrîşa balefirên bêmirov ên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, çalakî hat lidarxistin.
 
Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sêvê li ber Parlamentoya Eyaleta Bremenê pêk hat. Di çalakiyê de qetilkirina rojnamevanan hat şermezarkirin û hat xwestin ku li dijî êrîşa Tirkiyeyê  û hevkariya PDK'ê helwest were nîşandan.
 
‘Xiyanet wê dawiya we bîne’
 
Hevserokê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk Îshak Yilmaz ji bo PDK’ê ya ku rê li ber êrîşên dewleta Tirk vekir, ev bang kir: “Em li vir dixwazin bibêjin; ev xiyanet wê dawiya we bîne. Li cîhanê ti carî xiyanet bi ser neketiye. Mînakên ku xiyanet bi ser dikeve tineye. Dewleta Tirk îro dixwaze Kurdistanê dagir bike. Berxwedana 40 salan a gerîla nîşan da ku dewleta Tirk bi ser neketiye û wê bi ser nekeve jî. Ev 40 sal in li çiyayên Kurdistanê li dijî şerê qirêj ê dewletê, şerekî bê eman tê meşandin. Ger îro di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de Serok Apo muxatab negirin, wê sibê muxatabekî nebînin.”
 
Çalakiya şermezarkirinê bi daxuyaniya li ser navê Koordînasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê (KON-MED) hat dayîn, bi dawî bû.