Li Rojhilat jinek hat qetilkirin

  • 22:04 27 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojghilat mêrekî keça xwe Mobîna Zeynî Wend bi çekê qetil kir.
 
Li bajarê Îlam a Rojhilat, mêrekî ku navî wî nehat aşkerakirin, keça xwe Mobîna Zeynî Wend bi çekê qetil kir.
 
Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw, daxuyaniyek da û da zanîn ku li gundê Gurzlenger a girêdayê Îlamê, jina 18 salî ya bi navê Mobîna Zeynî Wend ji aliyê bavê xwe ve bi çekê hatiye qetilkirin.