DEDAŞ û leşkeran bi ser gund girtin

  • 14:44 27 Tebax 2024
  • Rojane
 
 
AMED - DEDAŞ’ê tevî leşkeran bi ser gundêkî navçeya Bismilê de girt. Leşkerek payebilind ê ji Fermandiyariya Cendirmeya a Bismilê wiha gef li gundiyan xwar: “Heke hûn destûrê nedin em ê ceyranê bibirin û we di tariyê de bihêlin. Em ê sibê bi zêdetir leşkaran re werin.”
 
Tîmên Belavkariya Ceyranê ya Dîcle A.Ş.’yê tevî gelek leşkeran îro serê sibê bi ser gundê Heciya Kurdaya navçeya Bismila Amedê girtin. Dema şêniyên taxê nexwestin tîmên ceyranê saetên ceyranê bikêşin ser dîrekan, rageşî derket. Hat destnîşankirin ku fermandarekî payebilind ê di Fermandariya Cendirmeyan a Bismilê de peywirdar e gef li şêniyên taxê xwarin. 
 
Şêniyê gund ê ji ber sedemên ewlehiyê nexwestiye navê xwe eşkere bike ev tişt gotin: “DEDAŞ îro tevî gelek wesayîtên leşkerî yên bizirx ket gundê me. Gotin ku dê saetên ceyranê bikêşin ser dîrekan. Jinek a bertek nîşanî vê yekê daye rastî biçûkxistinê hat. Şêniyên gund jî bertek nîşanî leşkerên gotinên biçûkxisitinê kirine da. Me xwest bi rayedarekî DEDAŞ’ê re hevdîtinê bikin lê belê tu rayedar tunebûn. Bi ser navê DEDAŞ’ê fermandarekî di Fermandariya Cendirmeyan a Bislmilê de peywirdar bû bi me re ket têkiliyê. Me got ku gelek gund li pêşiya gundê me hene, beriya li gundê me were kirin heman sepan li wan gundan jî were kirin. Me diyar kir ku li vî gundî destpêkirin bi qestî tê kirin. Me ji wan re, ‘Hûn bi zanebûn li vî gundî dest pê dikin’ got û bertek nîşanî wan da.”  
 
'Emê ceyranê bibirin'
 
Li dijî berteka gel hat îdiakirin ku leşkerê li ser navê DEDAŞ’ê axafiye wiha gef li gundiyan xwar, “Heta ku em saetên ceyranê yên li gundê we dernexin derve, dê ji tu derekî din dest pê nekin. Heke  hûn destûrê nedin, em ê ceyranê bibirin. Em ê we di tariyê de bihêlin. Em ê sibê zêdetirîn leşkeran ve bên. Em ê saetên ceyranên we derxînin ser dîrekan.”