Bû 7 roj: Wêneyên Narînê bi wesayitan hat daliqandin

  • 11:37 27 Tebax 2024
  • Rojane
 
AMED - Narîn Gûran a 8 salî ya ku 7 roj in winda ye hê jî nehatiye dîtin. Xebatên lêgerînê dewam dikirin, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wêneyên Narînê li wesayîtên gel daliqand.
 
Narîn Gûran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çulye ya navçeya Rezan a Amedê hat windakirin, tevî hemû xebatên lêgerînê yên ekîbên Agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, cendirme û AFAD'ê hê jî nehatiye dîtin. Xebatên lêgerînê dewam dikin, agahiyên der barê Narînê de hîna ti encam negirtine.
 
Lêgerîn berdewam dikin
 
Ji aliyê din ve danê êvarê li ser îxbarekê cendirmeyan dîsa li qada ku Narîn herî dawî di kameraya emniyetê de lê hatiye kişandin, li zozanan geriyan. Di lêgerîna bi cîhaza wênekêşê ya binê erdê de terefûla di çolê de hat rakirin û dîmen bi lazerê hatin lêkolînkirin. Lê li vir jî şopa Narînê nehat dîtin.
 
Dema ku xebatên lêgerînê dewam dikirin, hat îdiakirin ku şopa xwînê ya li nêzî mala Narînê hatiye dîtin aîdî Narînê ye. Walîtiya Amedê der barê lekeyên xwînê yên ku bi qasî 20 metre dûrî malê hatine dîtin de ev tişt gotin: “Di hin organên çapemeniyê û hesabên medyaya civakî de; Hate dîtin ku nûçe û nivîsên ku tê de tê gotin ku lekeyên xwînê yên ku tê îdiakirin aîdî keça winda ye, li qadeke nêzî mala Narîn Guran a ku weke winda tê xwestin li ser zinaran hatine dîtin. Hat diyarkirin ku lekeya xwînê ya li ser zinaran ji ber xwîna pozê zarokekî ji taxê derketiye."
 
 
Wêneyên Narînê hatin daliqandin
 
Ekîbên îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tevî xebatkarên AFAD'ê xebatên lêgerînê didomandin, Şaredariya Bajarê Mezin ji bo dîtina Narînê li hemû wesayitên giştî yên bajêr afîş daliqandin. Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariyê li hemû otobusên veguhestina gel ên bajar û navçeyan afîşên bi wêneyê Narîn û agahiyên têkiliyê daliqandin. Li ser afîşê nivîsek wiha hatibû nivîsandin: "Kesên Narîn Guran a di 21'ê Tebaxê de li Taxa Bağlar Tavşantepeyê hat windakirin dîtin, ji kerema xwe serî li 112 û 153 bidin."