‘Heta jin azad nebin tu kes azad nabe’

  • 09:04 27 Tebax 2024
  • Cîhan
 
Melek Avci
 
ENQERE - Profesor Anuradha Chenoy ya li zanîngeha Jawaharlal Nehru ya Hîndîstanê peywir dare got: “Jin naxwazin bikevin bin zextan. Jin êdî desturê nadin zextan. Heta azadiya jinan tune be tu kes azad nabe.”
 
 Li bajarê Kalkuta yê girêdayî eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê di 9’ê tebaxê de li nexweşxaneyê destdirêjî li bijîşkek jin a stajyer hatibû kirin û  piştre hatibû qetilkirin. Piştî bûyer hat bihîst, li gelek deverên Hîndîstanê bijîşk derketin kolanan û hêrsa xwe anîn ziman. 18’ê tebaxê de Yekitiya Tabîbên Hîndîsanê, gotin wê xizmên ne ferz bên sekinandin û ji bo gumanbar bên cezakirin 72 saet dem hatibû dayîn. 
Dema çalakiyan de jinan li kolanan bi pankarta li ser dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ nivîsandî meşiyan. Ji Endama hîndekariya zanîngeha Jawaharlal Nehru a Hîndîstanê, Profesor Anuradha Chenoy, der barê bûyerê de nirxandin kir.
 
‘Mêrên li merciyên bilind xwe ji bûyeran xilas dikin’
 
Anuradha da zanîn ku her cureyê tundiyê li jinan tê kirin û pirî caran mêr ji ber merciya lê ne bê ceza tê hiştin. Anuradha wiha vegot: “ Wek gelek deverên cîhanê li Hîndîsatê jî jin bi her cureyê tundiyê re tên rû hev. Ji malê bigirin heta qadên cemawerî. Li Hîndîstanê jin di hemû qadên cemawerî de dixebitin. Hîndîstan di mijara ku jinan ji destdirêjiyê û hemû tundiyê biparêze, qanûnan derbixe jî, pergala serdest ya mêr  sûcên li hember jinan didomînin û bê ceza jî dimînin.”
 
Qanûn heye pêkanîn tuneye!
 
Anudradha di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li Hîndîstanê rêxistinên jinan yên xurt û qanûn hene û wiha bi lêv kir: “Di pêkanînê de mixabin em heman hêzê nabînin. Li Hîndîstanê gelek rêxistinên jinan yên xurt hene.  Gelek saziyên civaka sivîl yên wekheviya zayendî esas digirin hene. Lê tevê li dijî jinan sûc tên kirin.  Gelek qanûn hene lê mixabin di pêkanînê de qels dimînin. Divê di sûcê wisa de cezayên giran bên dayîn, divê kampanyayên hişmendiyê bên kirin. Lê mixabin li Hîndistanê daraz pir hêdî pêş dikeve.”
 
‘Daxwaz û pirsgirêk gerdunî bin wê demê dirûşme jî global e’
 
Anuradha balkişand ser dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ya li Îran û Kurdistanê di protestoyan de derket pêş û ev nirxandin kir: “Civaka Hînt xwedî hişmendiye. Dema bûyerên wisa bi xof tên jiyîn radibin ser piyan. Dirûşmeyên tevgerên jinan her tim global e. Ji ber pirsgirêk û daxwazên jinan global e.  Ji ber vê jî peyamek gerdunî ya dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ heye. Ji ber vê jî hinek komên jinan ev dirûşme bikaranîn. Gelek dirûşmeyên din jî bikaranîne.”
 
‘Jin êdî desturê nadin zextan’
 
Anuradha wateya sê gotinên  di dirûşmeyê de jî wiha vedibêje: “Jin diyar dikin ku ew xwedî mafê azadiya ku tevger, bedena xwe kontrol bikene û xwedî mafê hilbijartinê ne. Jin naxwazin bikevin bin zextan. Jin êdî destur nadin van zextan. Ji er têkoşîna jinan global e. Hewce bi kolektîfbûnê heye. Heta azadiya jinan tunebe tu  kes ne azad e.”