ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 27 Tebax 2024
  • Rojev
 
*Jinên wek karkerên demsalî li Westanê li nav erdan di bin germê de dixebitin, ji bo zivistanê debara xwe bikin havînê kedê didin. Jinên bi giranbûna krîza aborî re ji bo barê debarê hinekî sivik bikin dixebitin wiha gotin: “Têr nake lê em neçarin bixebitin.” DÎMEN HEYE
 
* Profesor Anuradha Chenoy ya li zanîngeha Jawaharlal Nehru ya Hîndîstanê peywir dare got: “Jin naxwazin bikevin bin zextan. Jin êdî desturê nadin zextan. Heta azadiya jinan tune be tu kes azad nabe.”
 
*Helbestkar Suphiye Bulut pirtûka xwe ya ewil a helbestan ‘Ey Ez’ nirxand. Suphiye ku di temenê biçûk de polîtîkayên tundî û asîmîlasyonê yê dewletê nas dike, malbata wê ji ber Kurdî diaxive tundî û îşkenceyê dibîne. Suphiyeyê wih agot: “Min êş û hêrsa xwe bi helbestan anî ziman. Li dijî qedexeyên  li ser zimanê me ez ê nivîsandina xwe bidomînim.” DÎMEN HEYE