Bi girseyî serdana şîna Gulîstan Tara hat kirin

  • 20:50 26 Tebax 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Bi girseyî serdana şîna Gulistan Tara ya di êrîşa Tirkiyeyê de hate qetilkirin, hate kirin.
 
Tirkiyeyê di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê bi SÎHA’yê êrîşî wesayîta ku rojnamevan tê de bûn kir û Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir. Şîna ku ji bo Tara li Taxa Kultur a Êlihê hatiye danîn di roja dawî de bi girseyî hate ziyaretkirin.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zeynep Odûncû, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajar û navçeyê, rêveberên Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gel serdana şînê kirin.
 
Birayê Gulistan Tara, Hevserokê DEM Partî yê Êlihê Mustafa Mesut Tetîk di şînê de axivî û got: “Hatina gel û partiya me ya şînê hêzê dide me. Êşa me sivik dike. Em ê ti carê xiyaneta PDK’ê ji bîr nekin.”