‘Bi rêxistinkirinê em tundiya li ser jinan bi dawî bikin’

  • 19:45 26 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclisa Jinên Ciwan a PYD'ê têkildarî pêwîstiya bidawîkirina tundiyê di civakan de bi rêya rêxistinkirin û perwerdê panelek li dar xist.
 
Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi navê "Bi rêxistinkirinê em ê tundiya li ser jinan û qirkirina çandî û siyasî bi dawî bikin" panelek li dar xist. Di panelê de jinên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.
 
Panel li hola PYD'ê ya bajarê Qamişlo li dar ket. Tê de 2 mijarên sereke; tundiya li ser jinan, qirkirina çandî û siyasî, hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn ji aliyê rêvebera Meclisa Jinên Ciwan a PYD'ê ya kantona Cizîrê Sara Hesen ve hat nîqaşkirin.
 
Sara Hesen diyar kir ku gelek cûreyên tundiya li ser jinan hene, wek tundiya fîzîkî, derûnî, aborî, fikrî û civakî. Ew tundî jî ne tenê li ser jinan, lê belê li ser tevahiya civakê tê pêkanîn. Sara Hesen destnîşan kir ku dijmin bi armanca ku gelan lewaz bixe û wan kontrol bike, van rêbazan bi kar tîne û wiha got: “Ji bo bidawîkirina tundiyê rêbazên herî guncaw rêxistinkirin û perwerdekirin in.”
 
Mijara duyemîn jî ji aliyê berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj ve hat nîqaşkirin. Bêrîtan Roj got: "Ji bo pêkanîna qirkirina siyasî li dijî gelên herêmê dijmin 24 saetan di xebatê de ye. Armanc jî têkbirina ziman, hebûn û çanda gelan e."
 
Bêrîtan Roj bal kişand ser êriş û şerê taybet ên ku Tirkiye li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û dide meşandin û teqezî bi girîngiya hişyarbûnê û hevgirtinê da.
 
Piştî nîqaşkirina herdu mijaran sînevîzyonek li ser têkoşîna jinan a li hemberî baviksalariyê hat pêşandan.