TJA çû serdana şîna rojnameger Gulistan Tara

  • 16:38 26 Tebax 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - TJA, serdana şîna rojnameger Gulistan Tara ya ku li Silemaniyê hatî qetilkirin, kir. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), îro serdana şîna rojnameger Gulistan Tara ya ku li Silêmanî ya başûrê Kurdistanê di encama êrişê de hat qetilkirin kir. 
 
Di serdanê de Berdevka Meclîsa Jinan Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Berîvan Bahçecî axivî û got: "Yê ku ji hevalên me ji me re mayî mezinbûna mîrateya berxwedanê ye. Gulistan û Hêro hem ji bo têkoşîna Gelê Kurd û hem jî ji bo çazadiya jinê kedek mezin dan û di vê rêyê de jî jiyana xwe ji dest dan. Em ê di rêya wan de bimeşin û em ê têkoşîna xwe mezin bikin.
 
Her wiha qetilkirina Nagîhan, Hêro û Gulistan a li Silêmaniyê ne bûyerek wisa ji rêze ye. Divê bê zanin ku em tu carî têkoşîna xwe li erdê nahêlin. Gelê Kurd tu carî xiyanet û hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dike ji bîr neke. Em ê hesabê vê yekê bipirsin."