130 malbatên êzîdî vedigerin Şengalê

  • 13:17 26 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku 130 malbatên êzîdî ji kampa Êsiyan a Dihokê vedigerin Şengalê.
 
Li gorî agahiyan, li kampa Êsiyan a Dihokê 130 malbatên Şengalî xwe amade kirine û îro vedigerin Şengalê. Hate ragihandin ku malbatên îro vedigerin warê xwe bi giranî ji gund û komelgehên başûrê çiyayê Şengalê ne.
 
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû derfetên xwe Şengaliyên li warê xwe vedigerin pêşwazî dike û ji bo bicihbûna wan dibe alîkar.
 
Li gorî daneyên dawî, ji sedî 75 ê Şengaliyên li kampên Dihokê diman vegeriyan cih û warê xwe.