Emîne Şenyaşar a tabûrcî bûye dîsa hat li Meclisê

  • 12:37 26 Tebax 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Emîne Şenyaşar a di dawiya hefteyê emeliyat bûye, piştî ku ji nexweşxaneyê tabûrcî bû, ji bo têkoşîna xwe bidomîne hate Meclisê. 
 
Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîranê 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û 2 kurên wê di êrişa xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatiye qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, piştî emeliyata derbas kiriye, ji nexweşxaneyê hate tabûrcîkirin. Emîne li şûna ku bêhna xwe vede serê sibê hat li odeya kurê xwe, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar.
 
Emîne li vê derê daxuyaniyekî kurt daye destnîşan kir ku ew piştî qetlîamê tim aciz dibe û anî ziman ku ew ji roja çalakiyê daye destpêkirin heya niha 4 caran emeliyat derbas kiriye. Emîneyê da zanîn ku piştî qetilkirina malbata wê, tu sûcê kurê wê Fadil Şenyaşar ê hatiye girtin nîn e, tevî hemû cîhanê vê yekê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî dizane û wiha got: “Çima wisa dikin? Hinekî biwijdan bin û kurê min berdin.”
 
Emîne, bi bîr xist ku ew hêj jî çav li  riya kurê xwe dike û wiha pê de çû: “Dema mirov emeliyat dibe, diçe nav zarokên xwe. Lê belê ez naçim, ez ê li Meclisê bim. Serokê Meclisê soz da min. Heya ez zarokê xwe negirim jî ez ê neçim. Bila zarokê min berdin, da ku ez jî biçim li mala xwe. Êdî wan em jî kuştin, bes e.”