Li dijî darvekirinê 36 hezar îmze hatin komkirin

  • 11:36 26 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) encamên kampanyaya "Na ji Darvekirinê Re" ku 12`ê Tebaxê (2024) li hemberî biryarên darvekirinê ku dadgehên Îranê derbarê rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî de dabûn, hatibû destpêkirin eşkere kirin.
 
Bi armanca eşkerekirina encaman li Baxçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişlo bi amadebûna rojnamvanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek çapemeniyê hat lidarxistin.
 
Di civînê de daxuyaniya têkildarî encamên kampanyayê bi zimanên Kurdî û Erebî hat xwendin. Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Endama Meclisa YRJ’ê Sorgul Şêxo û ya bi Erebî ji aliyê  Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Xetîce Mirza ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rojnamevanên jin ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin sîwaneya Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) de kar û xebatê dimeşînin, li hemberî kiryarên dewleta Îranê û dayîna cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvana mafên mirovan Şerîfe Muhemedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kampanya 12`ê Tebaxê (2024) bi dirûşmeya “Na Ji Darvekirinê Re” hatiye destpêkirin û hatibû plankirin roja 19’ê Tebaxê bê bidawîkirin, lê ji ber daxwaza tevlîbûnê ya gelek sazî, dezgeh û kesayetên jin, hatibû dirêjkirin.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kampanya îro (26`ê Tebaxê) hatiye bidawîkirin û hat destnîşankirin ku kampanyaya di raya giştî ya Herêma Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê de deng veda.
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di çarçoveya kampanyayê de ji dehan saziyên ragihandinê yên jin, saziyên civaka sivîl ên jinan û saziyên hiqûqî îmze hatine wergirtin û wiha hat gotin: “Ji rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan, endamên saziyên sivîl, jinan, saziyên hiqûqî yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çar parçeyên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn ên wekî Lubnan, Misir, Mexirb, Tunis û welatiyên Ewropayê 36 hezar û 398 îmze hatin komkirin.”
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê encamên kampanyayê ji Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî, Rêxistina Mafê Mirovan û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas re bên şandin û wiha hat gotin: “Xebata me dê li vir bi dawî nebe. Li ku derê dibe bila bibe em ê sûcên li dijî jinan tên pêkanîn ragihînin, heta edalet pêk were û rola pêşang a jinan di civakê de mîsoger bibe emê têkoşîna xwe bimeşînin.”
 
Di daxuyaniyê de navên sazî û rêxistinên ku tevli kampanyayê bûne jî hatin rêzkirin.