Narînê hîna nehatiye dîtin!

  • 11:28 26 Tebax 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Narîn Gûran a 8 salî ya li navçeya Rezanê winda bû, tevî lêgerînên ku didomin hê jî nehatiye dîtin.
 
Narîn Gûran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li taxa Çulye ya navçeya Rezan a Amedê winda bû, tevî hemû xebatên lêgerînê yên Îtfaiyeya Bajarê Mezin a Amedê, cendirme û AFAD'ê hê jî nehatiye dîtin. Di roja 6'emîn a lêgerînê de derket holê ku şimika bi qasî 3 kîlometre dûrî mala wê hatiye dîtin ne aîdî Narînê ye.
 
Dema ku xebatên lêgerînê dewam dikirin, hat îdiakirin ku şopa xwînê ya li nêzî mala Narînê hatiye dîtin aîdî Narînê ye. Walîtiya Amedê der barê lekeyên xwînê yên ku bi qasî 20 metre dûrî malê hatine dîtin de ev tişt gotin: “Di hin organên çapemeniyê û hesabên medyaya civakî de; Hat dîtin ku li qadeke nêzî mala Narîn Gûran a ku winda ye, li ser zinaran lekeyên xwînê yên ku tê îdiakirin aîdî keça winda ye  hatin dîtin. "Hat diyarkirin ku lekeya xwînê ya li ser zinaran  xwîna pozê zarokekî ji taxê derketiye."
 
Xebatên lêgerînê dewam dikin
 
Ekîbên îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin digel personelên AFAD'ê, li qadeke bi qasî 50 kîlometreyî di navbera taxên Çulye û Dîkmencikê da lêgerînên xwe yên li qanalên avdanê didomînin. Di çarçoveya xebatên lêgerînê yên bi şev û roj dewam dikin de lêgerînên di binê avê de tên kirin.
 
'Pêwistî bi zêdekirina ekîbên lêgerînê heye'
 
Ji aliyê din ve duh şandeke ku ji partiyên siyasî û sivîl pêk dihat serdana malbata Narînê kir. Parlamentera  DEM Partiyê ya Erziromê  Meral Daniş Beştaş ku piştî serdanê daxuyaniyek da got, "Lêpirsîn nepenî ye, lê divê di rojên pêş de der barê mijarê de daxuyaniyek bê dayîn. Li cihekî biçûk ku ketin û derketin diyar e nedîtina zarokê, di serê me de pirsan dihêle. Em nabêjin ku lêgerîn nayê kirin lê lêgerîna tê kirin têrê nake û pêdivî bi zêdekirina ekîbên lêgerînê heye."