Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin meş

  • 20:12 25 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera jinan li Kantona Efrîn û Şehbayê bi meşekî girseyî qetilkirina rojnamegeran protesto kir.
 
Tevgera jinan li Kantona Efrîn û Şehba bi beşdariya sedan jinên Efrînê, Şehba, endamên Kongra Star, jinên di saziyên Rêveberiya Xweser de bi dirûşma "Hûn nikarin heqîqetê tarî bikin, ne bi xiyanetê û ne jî bi hedefgirtina jinan" meşeke girseyî li dar xist.
 
Meşvan li bajarokê Ehdasê ya Şehbayê kom bûn û pankartên "Hedefgirtina jinên rojnamevan tirsa dijmin îfade dike", "Na ji xiyanetê re, na ji terora dewleta Tirk re" hildan. Meşvan heya parka 4'ê Nîsan meşiyan.
 
Li vir endama Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehba Rîhan Elo axivî û wiha got: "Em di şexsê her du jinan de tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin. Em li vir soza berxwedana xwe nû dikin û em ê tola şehîdên xwe rakin. Her wiha xiyaneta mala Barzanî ne cara yekem e. Xiyanet di xwîna wan de ye. Em êrîşên dewleta Tirk û xiyaneta mala Barzanî şermezar dikin. Tu carî bi êrîşên xwe yên li dijî rojanemvan nikarin dengê heqîqetê qut bikin."
 
Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê Zelûx Bekir jî axivî û wiha got: "Em tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî şehîdên xwe ditewînin. Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin. Her wiha xiyaneta PDK'ê û malbata Barzanî û hevkariya wan bi dewleta Tirk re bi tundî şermezar dikin. Sedema van êrîşan jî tirsa ji azadiya jinan e. Bi êrîşên li dijî rojnamevanên jin nikarin vîna jina azad bişikînin."
 
Zelûx Berkir di dawiyê de wiha got: " Tu carî nikarin vîna jinê bişikînin û divê hesab ji dagirkeriyê bê pirsin.”