Piştevaniya Jinê ya Ewropayê qetilkirina rojnamegerên jin şermezar kir

  • 19:11 25 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştevaniya Jinê ya Ewropayê daxuyand ku ew ê bîranînên rojnamegerên hatin qetilkirin di têkoşîna xwe de bidomînin û hesabê komkujiyê bipirsin û got: "Hikûmeta AKP-MHP'ê divê bizane ku em bi her kuştinê re dîsa bi hêztir radibin ser piyan.”
 
Piştevaniya Jinê ya Ewropayê (AKD) bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrîşa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, şermezar kir.
 
‘Em êrîşê şermezar dikin’
 
Di daxuyaniya AKD'ê de ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk bi salan e şerê qirêj dimeşîne û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê qetilkirina siyasetmedar û rojnamegerên jin didomîne.Em êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li dijî wesayîta rojnamevanên Kurd pêk anî û di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn û 6 rojnamevan birîndar bûn, şermezar dikin.Dewleta Tirk her noqteya Başûrê Kurdistanê weke ku xaka xwe bombaran dike. Li hemberî şoreşger ên ku hildibijêre sûîqestan pêk tîne. Piştî serdana PDK'ê ya li Tirkiyeyê, êrîşên rejîma qesra faşîst bi hevkarî û piştgiriya PDK'ê tê kirin.
 
‘Zextan têkoşîna jinan ranewestandin’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a faşîst ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk çûye û nekarî 'serkeftina' xwe îlan bike, ji bo propagandaya 'Ez bi ser dikevim' sivîl, rojnamevan û siyasetmedaran qetil dike. Hevkar û sîxurên herêmî bingehê ji van komkujiyan re amade dikin.Tifaqên dewleta Tirk ku li gorî exlaqê şer tevnagerin, berpirsyarê van hemû komkujiyan e.Piştî jinên şoreşger ên tevgera jinên Kurd Sakîne Cansiz, Evîn Goyî li Parîsê hatin qetilkirin, li Silêmaniyê jî piştî qetilkirina Nagîhan Akarsel, desthilatdariya faşîst a serdest a mêr nekarî têkoşîna azadiya jinê bide rawestandin.”
 
‘Em ê hesab ji kujeran bipirsin’
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin wê hesab bipirsin û wiha dawî lê anî: “Em hevrêyên xwe û xwişkên xwe rojnamevan Gulistan û Hêro bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidomînin û hesab ji kujeran bipirsin.Em weke Piştevaniya Jinê ya Ewropayê (AKD) li hemberî hemû hêzên mêtinger, dagirker û komkujer bêdeng namînin.Divê hikûmeta AKP-MHP’ê bizanibe ku bi her qetikirinê re em dîsa bi hêztir radibin ser piyan! Gulistan Tara û Hêro Bahadîn nemir in!”