'Em ê xwedî li xeyal û hêviyên wan derkevin'

  • 15:36 25 Tebax 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Şîn ji bo Gulîstan Tara ya li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin bi tevlîbûna girseyî ya sersaxiyê di roja xwe ya 2’yemîn de berdewam dike, DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz di sersaxiyê de axivî û peyama ku ew ê xeyal û hêviyên kesên jiyana xwe ji dest dane biparêzin da.
 
Di 23’ê Tebaxê de dewleta Tirk li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê êrîşî wesayîtekê kir, rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Şîna ji bo Gulîstanê li bajarê wê Êlih hat lidarxistin di roja 2'an de berdewam dike. Ji gelek bajaran sazî û welatî hatin şînê û sersaxî ji mlbatê re xwestin.
 
Di şînê de dirûşmên "Bimre îxanet, Bijî Kurdistan" û "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hatin berzkirin.
 
Di serdanê de ji bo sersaxiyê jî axaftin hatin kirin. Beriya axaftinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.
 
'Em ê li xeyalên we xwedî derkevin'
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî) a Êlîhê Songul Korkmaz li wir axivî û diyar kir ku ew ê mîrateya rêwiyên têkoşîna heqîqetê biparêzin. Songulê, anî ziman ku 2 hevalên wan ên jin rêwiyên têkoşîna heqîqetê ne û got, "Em ê jî vê têkoşînê bişopînin. Hevalên me têkoşîn gihandine astekê û em weke tevgera jinê soza berdewamkirina vê têkoşînê didin. Em ê xeyal û hêviyên wan biparêzin. Em her du hevalên xwe yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.  Em sersaxiyê ji malbata wê û hemû rêhevalên wê re dixwazin."
 
'Bila serê gelê Kurd sax be'
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mustafa Tekîk jî got, "Bimire îxanet, Bijî Kurdistan" û kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Mustafayê ku di heman demê de birayê Gulîstanê ye jî got, "Bila serê gelê Kurd sax be."