Çalakiya Emîne Şenyaşar li ber meclîsê didome

  • 21:29 22 Tebax 2024
  • Rojane
ENQERE - Malbata Şenyaşar ya li ber meclîsê çalakiya xwe didomînin, diyar kirin ku ji daxwaza hevdîtina bi serokomar Tayyîp Erdogan re veger hatiye lê ji ber îqnayê vê hevdîtinê nebûne wê çalakiya xwe bidomînin.
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê wê demê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatibûn qetilkirin, kurê wê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar ku ji êrişan bi birîndarî xelas bûbû duh têkoşîna xwe ya edaletê veguhestin ber deriyê Serokatiya Meclisê.
 
Ferît Şenyaşar bi dayika xwe re li ser derenceyê ber beriyê Şerefê yê Meclîsê pankarta ‘edeletê’ vekirin wiha got: “Dayikek ji bo edeletê têdikoşe. Wezareta dadê di mijara edeletê de eciz maye. Di vê dozê de me xwest edelet pêk bê û em hatin meclîsê. Dayika min dixwazin komkujî bê lêkolînikrin û rastiya aborî derve holê.”
 
Dema çalakî didomiya sekreterê giştî yêmeclîsê Talîp Uzun hat cem malbatê û xwest çalakiya xwe bidawî bikin. Talîp Uzun bi Emîne Şenyaşar re Kurdî axivî û got çalakî zirarê dide daxwaza hevdîtina bi serokomar re.  Piştre Talîp Uzun bi Ferît Şenyaşar taybet axivî û got Tayyîp Erdogan roja duşemê tên Enqereyê  heta duşemê navberê bidin çalakiyê.  Talîp uzun got bi Tayyîp Erdogan re wê hevdîtinê plan bikin û ger neyê plankirin ji nûve çalakiya xwe bidomînin.
 
Tevî israran çalakî domandin
 
Tevî israra Talîp Uzun, Emîne Şenyaşar ji cihê xwe ranebû. Piştî Talîp Uzun çû, peywirdaran xwest Emîne û Ferît Şenyaşar bi zor rabikin. Lê Emîne tevî israran ji cihê xwe ranebû.